Li taxeke Kurdan a Helebê 3 çekdar hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - 3 çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ku hewl didan bikevin taxa Kurdan a Şêx Meqsûdê ya Helebê hatin kuştin.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê.

Di navbera çekdar û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer derket.

Li gorî agahiyên ku gihiştine Rûdawê, di şer de li taxa Şêx Meqsûd 3 çekdar hatine kuştin û êrişkar neçar bûne paşve biçin.

Li gelek deverên sînorî yên di navbera herêma Şehba û Efrîn û Ezazê de, şer di navbera şervanên HSDyê û çekdarn de rû dide.

Tê gotin ku 2 şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl ketine destê çekdaran.

Balefirgeha Leşkerî ya Minnixê ya li Til Rifetê jî kest destê çekdaran.