Li Şamê êriş û gelek teqîn: Sefa Ehmed mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şama paytexta Sûriyeyê piştî êrişên Îsraîlê gelek teqîn çebûn û pêşkeşkara televîzyonê Sefa Ehmed jî di êrişan de mir.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku Îsraîlê şeva borî li Şamê gelek êrişên asmanî encam dane.

SANAyê da zanîn ku Îsraîlê saet 02:05an jî bi balafirên şer û dronan êrişî navenda Şamê kiriye û got:

“Sîstema me ya parastina asmanî piraniya mûşek û dronan xistin.

Di êrişan de 3 sivîl mirin û 9 sivîl birîndar bûn.”

SANAyê her wiha ragihand ku pêşkêşkara Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê Sefa Ehmed jî di êrişa Îsraîlê de miriye.

Îsraîlê heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.

Li gorî nûçeya Şam FMê, êrişî herêma Mezeyê hatiye kirin ku Balyozxaneya Îranê lê ye.

Îsraîlê 1ê Nîsanê jî êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû û 7 rayedarên Îranê kuştibûn ku yek ji wan fermandarê Supaya Pasdaran bû.

Îsraîl ji herkî ku şerê navxwe yê 2011an dest pê kiriye ve gelek caran êrişî xaka Sûriyeyê dike û bi taybetî jî komên nêzîkî Îranê dike hedef.