Di şerê Sûriyê de çend balafirên şer ên Rûsya ketine xwarê?
Navenda Nûçeyan - Îro li parêzgeha Îdlibê helîkoptereke Rûsya kete xwarê û 5 kes hatin kuştin. Heta niha di şerê navxweyî yê Sûriyê de çendîn helîkopter û balafirên şer ên Rûsya ketine xwarê.
Rûsya dibêje, wê helîkopterê alîkariyên mirovî digihandin Helebê û li ser asmanê Îdlibê rastî êrîşê hate û ket.
Li Gor gotina berpirsên Rûsî, ew helîkopter vedigeriya navenda Himêmîm li Lazqiyê û opozisyon jî dibêje, wê helîkopterê navçeyên Helebê bombebaran dikir.
- 1- Di roja 24.11.2014an de balafira Sukhoi li ser sînorê Tirkiyê kete xwarê û ji ber wê yekê jî alozî di pêwendiyên navbera Tirkiyê û Rûsya de derketin.
- 2- Di 24.11.2014an de 2 helîkopter ketin xwarê ku bo alîkariya pîlotên balafira Sukhoi çûbûnê cihê ku ew balafir lê ketibû.
- 3- Roja 12.04.2015 helîkopterek li nêzîkî Himsê kete xwarê.
- 4- Di 24.05.2016an de 4 helîkopterên Artêşa Rûsya û 20 kamyonên leşkerî hatin têkbirin.
- 5- helîkopterek Rûsya li Tedmûrê ket xwarê û 2 pîlot hatin kuştin.