Li Rojavayê Kurdistanê hinek eşîrên ereb red dikin ku nêzîkî hikûmeta Sûriyê bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Ferat û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê leşkerî ve, DAIŞ hate têkbirin. Li wan navçeyan, qonaxeke nû destpê dike, ku tê gotin hinek aliyên ereb, xwe nêzîkî hikûmeta Sûriyê dikin.

 

Piştî bidawîanîna leşkerî ya DAIŞê, li Rojahilatê Ferat, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, dest bi qonaxeke nû tê kirin. Di vê qonaxê de, tê pêşbînîkirin ku guhnertin di pêwendî û ajandayan de, derkevin, ji wan guhertinan jî, behsa wê yekê tê kirin, ku hinek hoz û eşîrên ereb, li wan navçeyan dixwazin xwe nêzîkî hikûmeta Sûriyê bikin.

 

Di vê çarçoveyê de, endamê Encûmena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokraîtk (PYDê) Ebdulkerîm Saroxan, ku partiya wî yek ji aliyên sereke ye, di Rêveberiya Xweser de, ji re ragihand ku "Tiştekî wiha nîne ku eşîrên ereb ên ligel Rêveberiya Xweser nêzîkî hikûmetê dibin, lê belê pêwendiyên wan eşîran ligel pêkhateyên din ên Rêveberiya Xweser xurt û berdewam in. Lê dibe ku tevgerin ji hinek kesayetiyan bêne kirin, ew jî ne tevgerên serokeşîr û hozên ereb in, ji ber ku piraniya eşîrên ereb di nav Rêveberiya Xweser de cih digirin û kar dikin."

 

Ebdulkerîm Saroxan herwiha got: "Kar û pêwendiyên Rêveberiya Xweser ligel eşîrên Ereb, Kurd û Suryanan berdewam in û piştî têkçûna DAIŞê, ew pereyên ku ji bo şer dihatin xerckirin, dê di warên xizmetguzarî, aborî û xweşkirinê de bêne xerckirin, bi awayekî ku hemû pêkhate, ji Kurd, Ereb û Suryanan, bi bê cudabûn, sûdê jê werbigirin."

 

Di heman mijarê de, Şêx Hesen Hessaf, ku yek ji şêxên Eşîra Tey a Ereb e, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re got: “Piştî têkçûna DAIŞê, qonaxeke din destpê dike û pêwîstiya nişteciyên navçeyê, bi dabînkirina keşûhewayeke baş, di warên aborî, siyasî, ewlehî, aramî, perwerde û debara jiyanê de, heye, lewma ew çaverê ne, ku aliyek ji pêkhateyan re, di nav de jî Ereb, wan pêdawîstiyan peyda bike."

 

Şêx Hesen Hessaf herwiha got: "Rêveberiya Xweser li ber ezmûn û durêyeke zehmet û metirsîdar e, ji ber ku jê tê xwestin, di wan hemû sektor û waran de, geşbûn û aramiyekê peyda bike û gaveke misoger biavêje, ji ber ku niha ew li ser zeviyê, bêhtir ji hikûmetê, desthilatdar e, êdî jê tê xwestin ku di gavên xwe de ciddîtir be, lê belê hikûmet jî hewlên xwe dide ji bo ku eşîrên ereb ji xwe nêzîk bike, bi taybetî, berê jî beşek ji eşîran ligel hikûmetê bûn û hêj berdewam in."

 

Şêx Hesen Hessaf nîşan bi wê yekê jî da ku "niha eşîrên ereb çaverêyî wî aliyê siyasî û rêveber in, ku bikaribe ji xelkê re jiyaneke xweş dabîn bike, êdî ew ê ligel wî aliyî bin, eger hikûmet be yan jî Rêveberiya Xweser be. Kîjan alî serkeftinê di vê yekê de pêk bîne, wê baweriya xelkê pê bê û wê ligel bin."