Serokwezîrê Iraqê roja hilbijartinên pêşwext aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja hilbijartinên pêşwext diyar kir. Roja 06.06.2021 hilbjartinên pêşwext ên Iraqê dê bên encamdan.

Mistefa Kazimî di gotareke derbarê rewşa Iraqê de roja encamdana hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê aşkere kir.

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê dê roja 6ê Hezîrana 2021an birêve biçin.

Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê kirk u ew dê hemû hewlên xwe bixin tevgerê ji bo serxistina wan hilbijartinan û dabînkirina hemû pêdawîstiyan jî li xwe digirin û got, “Daxwaz ji xwîşk û birayên li Encûmena Nûneran dikim, Yasaya Hilbijartinan pêşkêşî Serokomar bikin ji bo pesendkirin û bo ku Komîsyona Hilbijartinan bi temamî serbixwe be û karên xwe jî bi alîgîrî encam bide.”

Kazimî dibêje hilbijartin dê di bin çavdêriya tîmên çavdêriyê yên navdewletî de be û soz da “hemû hêz û aliyên rikaber bi şêweyekî yeksan biparêzin bo encamdana bangeşeya hilbijartinê ku karîgeriya hêzên çekdar bi ser de nebe û îradeya gel neyê sextekirin.”

Nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî pêşwazî li biryara Mistefa Kazimî kir û got, “hilbijartinên pêşwext daxwazeke sereke ya xelkê ye ji bo gihiştina bi seqamgiriyeke zêdetir û demokrasiyeke pêşkeftî li Iraqê cîbicî dike.”

Berpirsa UNAMI diyar kir, Netewên Yekgirtî amade ye piştevanî û şêwirmendiya teknîkî pêşkêş bike bo piştrastbûna li birêveçûna hilbijartineke azad, pak û qebûlkirî li Iraqê.

Jeanine Hennis-Plasschaert, amaje bi wê jî kir, hilbiajrtineke bêalî, bawerpêkirî, azad û dadperwerane dikare sîstema siyasî rêk bixe û baweriyê bo raya giştî vegerîne.

Her di peyama xwe de Serokwezîrê Iraqê daxwaz ji genc, aliyên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên civakê kir xwe rêk bixin û amade bin bo Iraqê ji kaosa milmilaneyan bibin bo asayîş, seqamgirî, geşepêdan û pêşbirkeke pak û got, “Îradeya we arasteya Iraqê diguhere û dawî li şer, rijandina xwînê û nakokiyan tîne.”