Ebadî Ii gel fraksiyonên Kurdistanî dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê sibe li gel fraksiyonên Kurdistanî li nav parlementoya Iraqê bicive û her du serokên fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wisa dibînin ku boykota îro ya fraksiyonên Kurdistanê bandor li ser wê yekê kir ku Ebadî li gel fraksiyonên Kurdistanî yên li parlementoya Iraqê bicive.

 

Serokê Fraksiyona PDKê yê li Parlementoya Iraqê Erefat Kerem ji Rûdawê re ragihand: “Sibe roja pêncşemê piştî nîvro di saet yekê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê li gel serokên fraksiyonên Kurdistanî û Lijneya Darayî ya parlementoyê di derbarê projeyasaya bûdceyê de bicive.”

 

Erefat Kerem amaje bi wê yekê kir ku boykota fraksiyonên Kurdistanî ya di rûniştina îro ya parlementoya Iraqê de bandoreke wê ya mezin hebû, Kurd bi temamî li gel projeyasaya bûdceyê nîne, lewma biryar e li ser vê mijarê Heyder Ebadî sibe li gel fraksiyonên Kurdistanî bicive.

 

Piştî boykotkirina rûniştina parlementoyê, fraksiyonên Kurdistanî yên li parlementoya Iraqê di civîneke çapemeniyê de ragihandin: “Hatina Ebadî bo parlementoyê cureyek ji xwenîşandana siyasî ye û eger di projeyasaya bûdceyê de guhertin neyê kirin, em bi ti awayî  beşdarî rûniştinên parlementoyê nabin .”

 

Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mûsenna Emîn daxuyaniya fraksyonên Kurdistanî bi zimanê Kurdî xwend û got: “Me berê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiribû ku bi awayekî cidî li ser bûdceyê gotûbêjan bikin. Mixabin bersiv nerênî bûn, loma bi baweriya me hatina îro ya serokwezîr bo parlamentoyê ku dê gotûbêj li ser projeya bûdceyê bê kirin, xwenîşandana siyasî ye.”

 

Mûsenna Emîn herwiha diyar kir: “Berî niha çendîn car bersiv ji Sekreteriya Encûmena Wezîran gehiştine me, hemû jî xwedizîna ji rastî û gotûbêja cidî ya derbarê pişka gelê Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceyê de bûn.”

 

Emîn da zanîn ku hemû fraksyonên Kurdistanî li ser wê yekê hevdeng in ku projeyasaya bûdceyê “karesat” e û beşdarî ti rûniştinan nabin eger guhertin di wê projeyasayê de neyê kirin.

 

Serokê Fraksiyona YNKê yê li Parlementoya Iraqê Arêz Ebdulla jî li ser hesaba xwe ya facebookê li ser civîna îro wiha nivîsiye: “Serokê hikûmeta federalî bi mebesta gotûbêjkirina bûdceyê hate nav hola parlementoyê, lê fraksiyonên Kurdistanî biryar dan ku em beşdarî wê rûniştinê nebin, çimku pêştir Birêz Ebadî daxwaz û têbîniyên me negirtibû ber çavan û em bawer bûn îro jî dê karekî ku em razî bibin neke. Loma me biryar da ku wê rûniştinê û hemû rûniştinên li ser bûdceyê boykot bikin heta ku daxwazên me werin cîbicîkirin.”

 

Arêz Ebdulla wisa dibîne ku boykotkirina rûniştinê li ser biryara Ebadî ya civîna sibe bandordar bûye û dibêje “piştre Birêz Ebadî daxwaz kir ku sibe saet 13:00ê li gel fraksiyonên Kurdistanî di derbarê bûdce û pirsgirêkên din bicive. Hêvîdar im civîna sibe berhemdar bibe û em bigihîjin encameke baş ji bo berjewendiyên hemû aliyan”.