Li Bexdayê Xwepêşandan: Alîgirên Tevgera Sedr ketine Herêma Kesk

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexda ya paytexta Iraqê, îro Şemiyê alîgirên Tevgera Sedr li Meydana Tehrîrê dîsa li dijî berbijêrê Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kom bûn û dest bi xwepêşandanan kirin.

Li gor zanyariyan xwepêşanderan dîwarê Herêma Kesk rûxandine û çûne nav.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê: Herî kêm 60 kes birîndar bûne

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku di xwepêşandanên li Bexdayê de 60 kes birîndar bûne ku 8 ji wan giran birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku hemû sazî û karmend amade ne ji bo dermankirina birîndaran û ew dê hemû tedbîrên pizîşkî werbigirin.

Xwepêşander ketine nav avahiya Parlamentoya Iraqê

Alîgirên Tevgera Sedr ku li dijî berbijêrê serokwezîriyê yê alîgirê Îranê, Sûdanî derketin kolanan û çûne nav avahiya Parlamentoya Iraqê ya ku di nav Herêma Kesk de ye.

Daxuyaniya Kazimî

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê xwepêşandanên ku berdewam dikin de daxuyanî da.

Kazimî di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir ku xwepêşanderan û saziyên hikûmetê biparêzin û daxwaz ji xwepêşanderan jî kir ku “aştiyane” çalakiyên xwe bikin.

Alîgirên Sedr duh deriyên avahiyên partiya Hikme ya bi serokatiya Ammar El-Hekîm ku yek ji rêberên siyasî û olî yên Şîeyan girtin.

Alîgirên Sadr îro destê sibehê li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê kom bûn û ji bo ketina Herêma Kesk dest bi hilweşandina dîwarên betonî kirin.

Berî du rojan alîgirên Tevgera Sedr ji bo xwepêşandana li dijî Sûdanî bi ser Herêma Kesk de girtibûn û çûbûne nav avahiya parlamentoyê.