Emîrê DAIŞê `Bazê Sehrayê` hat kuştin

Mûsil (Rûdaw) – Hat ragihandin berpirsê fitrê û zikatê yê rêxistina DAIŞê di encama êrişekê de hat kuştin.

 

Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji Rûdawê re diyar kir duhî şev emîrê DAIŞê yê bi navê Ebû Ekrem ku weke Bazê Sehrayê (Sekar es Sahra) tê nasîn di encama êrişekê de hat kuştin.

 

Îsmet Receb da zanîn Ebû Ekrem di nava rêxistina DAIŞê de ji komkirina fitrê û zikatê berpirs bû û ji aliyê 3 kesên rûyê xwe pêçandî ve rastî êrişê hat.

 

Herî dawî li nêzîkî avahiya Parêzgeha Mûsilê di 28ê Tîrmehê de bi mayînekê 7 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

 

Parêzgeha Mûsilê ji Hezîrana par ve di bin kontrola DAIŞê de ye.