Asansora avahiya kompanyayeke Tirkiyeyê ket: 3 ciwanên Kurdên Êzidî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdayê 3 ciwanên Kurdên Êzidî yên ku di kompanyayeke avahîsaziyê ya Tirkiyeyê de dixebitîn, di encama ketina asansorê ya ji qata 14an de canê xwe ji dest da.

Ciwanên Şingalî yên bi navê Hesen Elî (18), Naîf Qadir (24) û Dawid Murad (17) ji bo debara jiyana malbatên xwe, li Bexdayê di kompanyayeke avahîsaziyê ya Tirkiyeyê de dixebitîn.

Asansora înşaatê ya ku her 3 ciwan tê de bûn ji 14an qat ket her 3 ciwan bi awayekî trajîk canê xwe ji dest da.

Cenazeyên 2 ji ciwanan Hesen Elî (18) û Naîf Qadir (24) radestî malbatên wan ên ku ji sala 2014an ve li Kampa Xankê ya Dihokê dimînin hatin kirin.

Bavê Hesen, Elî Zendîn ji Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd re got:

“Ez jî karê înşaatê dikim, Xwedê dizane min nedixwest ku ew li Bexdayê bixebite. Dema ku wî xwest bi hevalên xwe re here, min nexwest dilê wî bihêlim, min got bila rêya te vekirî be. 17-18 roj in ku dest bi vî karî kiribû.”

Dayika Hesen, Elîf Ezîzê bi çavên tijî hêsir got ji ber ku kurê wê yê mezin ji pişta xwe nexweş e kurê wê yê biçûk neçar maye bixebite.

Elîf Ezîzê got, “Ji dema ku dest bi kar kiriye me ti agahî jê wernegertibûn. Ez nizanim çawa miriye.”

“Sedem xizanî ye”

Apê ciwanekî ku canê xwe ji dest daye Şemo Xidir jî got:

“Sedema van hemûyan xizanî ye. 9-10 sal in em di nava xizaniyê de dijîn.”

Dê li Şingalê werin veşartin

Cenazeyên 2 ji ciwanan Hesen Elî û Naîf Qadir birin Kampa Xankê ya Dihokê. Piştî şînê ew dê li Şengalê werin veşartin.

Li aliyê din cenazeyê Dawid Murad jî ji bo veşartinê ji malbata wî ya ku li bajarokê Til Uzerê ya Şingalê dijî  re hat şandin.

Malbatan gilî li kompanyayê kir

Malbatên ciwanên canê xwe ji dest daye li dijî kompanyaya Tirkiyeyê doz vekirin.

Li gorî malbatan kompanya berpirsyariya mirina 3 ciwanan negirtiye ser xwe, helwesteke xirab jî nîşan didin.

Apê Hesen Elî, Murad Zendîn got ku wan li Bexdayê gilî li kompanyayê kirine.