Amnesty: Îraqê şkence li kesên ku ji Kampa Holê hatin vegerandin kir
Hewlêr (Rûdaw) - Amnesty Internationalê diyar kir ku hinek xizmên çekdarên DAIŞê yê Îraqî yên ku ji Kampa Holê hatine vegerandin li rastî şkenceyê hatine.
Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku 7 kesên ku ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê li Îraqê hatine vegerandin şkence li wan hatiye kirin.
Amnesty International salên 2023 û 2024an li ser 8 dozan lêkolînel kiriye.
Jinek û 7 mêr ên ku hevdîtin bi wan re hatiye kirin 7 kesan ji wan gotiye ku ew li rastî şkence û miameleya xirab hatine.
Xizmên çekdarên DAIŞê yên Îraqî yên ji Kampa Holê tên vegerandin li Kampa Cedeyê ya li bajarokê Geyreya parêzgeha Nînowayê tên bicihkirin.
Kamp sala 2021ê ji bo wergirtina xizmên çekdarên DAIŞê yên Îraqî hatibû avakirin.
Li gorî lêkolîna Amnestyê ew kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatine "şkencekirin".
Kampa Cedeyê ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ve bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên sivîl tê birêvebirin.
Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) 2 hezar û 223 kes di kampê de dijîn ku ji wan hezar û 318 zarok, 627 jin û 627 mêr in.
Kampa Holê
Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.
Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevî DAIŞê bûne.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî gotibû, “Li Kampa Holê 20 hezar Îraqî hene ku temenê wan ji 18 salan biçûktir e.”
Qasim Erecî destnîşan kiribû ku heta niha 7 hezar û 556 Îraqî hatine vegerandin û hezar 230 kes ji wan şandine malên wan.
Kampa Holê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Qasim Erecî gotibû, “HSD derveyî kampê kontrol dike, nava kampê di kontrola DAIŞê de ye.”