Bexda: Li Herêma Kesk şer dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, şer û pevçûn di navbera Hêzên Seraya Selam û hêzên ku xwepêşander ji Qesra Hikûmetê dûr xistin de derket.
Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz vîdyoyek tomar kiriye ku tê de dengê reşandina guleyan tê û çekdarek li ber çavê peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê gule ber dide ser Hêzên Ewlehiyê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, şer li Herêma Kesk berdewam e û Hummereke leşkerî ya Hêzên Ewlehiyê ketiye destê xwepêşanderan.
Li aliyê din, li gor vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, li Besrayê şerekî giran di navbera hêzên ewlehiyê û Hêzên Seraya Selam de dest pê kiriye.
🔴#Bilez
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 29, 2022
Li Herêma Kesk a Bexdayê şer derket
📽️ Helkewt Ezîz - Rûdaw pic.twitter.com/4vRzzv828G