Yekîtiya Ewropayê daxwaza 'rêzgirtina yasa û ewlehiya saziyan' li Iraqê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê li ser xwepêşandanên alîgirên Sedr û rewşa dawî ya Iraqê ku di encama şer û pevçûnan de kuştî û birîndar jî hene bi daxuyaniyekê bal kişand ser “rêzgirtina hemû qanûnan û ewlehiya saziyan.”

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de got, “Girîng e ku hemû alî xwe ji gavên ku dibine sedema tundûtûjiya zêdetir dûr bixin.”

Yekîtiya Ewropayê her wiha anî ziman, “Em careke din teqez dikin ku divê rêz li hemû qanûnan were girtin û ewlehiya saziyan were misogerkirin. Divê hemû alî li gorî destûrê hewl bidin ku aloziyan kêm bikin û dest bi diyaloga siyasî bikin ku yekane rêya çareserkirina nakokiyan e.”

Di 29ê Tebaxa 2022an de, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr biryar vekişîna ji siyasetê da û pişt re alîgirên wî li Bexdayê ketine Herêma Kesk ku baregehên piraniya saziyên dewletê lê ye, hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan kirin ku li gor zanyariyên destpêkê 12 kes hatine kuştin û ji 270 kesan zêdetir xwepêşander jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî bang li Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr kir ku xwepêşanderan ji saziyên hikûmetê vekişîne û bi xwe de biçe.