VÎDEO – Namzedek li Iraqê îdia dike ku ew pêxember e

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî bi navê Yasir Nasir Husên li bajarê Nasiriye yê Iraqê dibêje ku ji esmanan ve ji bo wî wehiy hatiye daku xwe bike namzed û îdia dike ku ew pêxember e.

 

Namzedê Parlementoya Iraqê Yasir Nasir Husên li parêzgeha Zîqar bajarê Nasiriye, piştî ku îdiaya pêxemberiyê kiriye û gotiye ew ji ber wehiyê, xwe kiriye namzed, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

 

Cîgirê Parêzgarê Zîqarê Adil Dexîlî ji Rûdawê re ragihand: “Nexweşiya derûnî ya wî kesî heye û bangeşeya pêxembertiyê dike, herwiha çend karên din ên neguncaw jî kirine, ji ber vê yekê niha polîs ew desteser kiriye.”

 

Yasir Nasir Husên di vîdeoyekê de dibêje ku ew ji ber hatina wehiyê bûye namzedê Parlementoya Iraqê.

 

Ji bo hilbijartinên 12ê Gulana 2018an ên Parlementoya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîste beşdar in, 7 hezar û 367 kes jî namzed in.