Hewlêr (Rûdaw) - Marîus Eymena 6 salî şeva dawetê tevê malbata xwe ji dest da.
Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.
Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.
Vê trajediyê gelek çîrokên dilşewat li pey xwe hiştin, li kolan û taxên qezayê dengê zêmaran olan dide.
Yek ji wan çîrokan jî çîroka Marîus Eymenê ye ku tenê wêneyekî vê karesata mezin nîşan dide.
Marîus Eymen, 6 salî ye. Wê şeva dawetê dêya xwe, bavê xwe, kekê xwe û xwişka xwe ji dest dan.
Marîus, ji serê sibehê heta êvarî bi tena serê xwe û bêyî ku haya wê ji çîroka wê hebe li binê konê şînê rûnişt.
Bavê wê ew xelas kir lê venegeriya
Apê wê Stîvan Abûş got:
“Dema ku êgir girte hola dawetê bavê wê ew ji holê derxist. Got, ‘Tu bisekine, ez ê xwişka te û kekê te bînim û werim’ lê ne ew hat ne jî yên din. Hemû şewitîn.”
Daweta Henîn Riyazê û Îvon Îşo Kehk a ku bi şahiyeke bêhempa dest pê kir, ket kirasê şîneke jandar.
Herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da. Yên ku bi birîndarî filitîn jî ji ber birînên laşê xwe û êşa dilê xwe di rengê miriyan de dijîn.
Çîrokên dilşewat ên bermayiyên şahiya dawetê li kolanên qezayê cîrantiya hev dikin.
Li nêzîkî mala Marîusê, ji malbateke 12 kesî tenê 3 kes sax mane.
Yên mayî nikarin miriyên xwe nas bikin û mistek ax bavêjin ser gorên wan.
Ji ber ku laşên wan bi temamî şewitînê divê bi rêya testa DNAyê wan teşxîs bikin.
“Ez ê kurê xwe bi destên xwe veşêrim”
Bavekî bi birîndarî filitiye jî li hêviyê ye ku taqet were laşê wî da ku kurê xwe yê 11 salî veşêre.
Wî bavî got, “Cenazeyê kurê min li malê, li hêviya min e, dema ku ez ji nexweşxaneyê derketim ez ê wî bi destên xwe veşêrim.”
Heta niha jî baş nayê zanîn bê ma ew felaket bû sedema mirina çend kesan.
Kesên ku nasnameyên wan hatin tesbîtkirin doh li Hemdaniyeyê hatin veşartin.
Laşên gelek kesan jî bi temamî şewitîne û ji bo ew werin binaxkirin divê nasnameyên wan werin tesbîtkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse