Viyan Dexîl dixwaze însiyatîva Ebadî Şingalê jî bigire

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera kurd a êzîdî li Bexdayê Viyan Dexîl daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku, însiyatîva wî jin û keçên kurd ên êzîdî jî bigire.

Heyder Ebadî însiyatîva Kampanyaya Niştimanî ragihandiye û tê de dê kuştiyên milîsên Heşdul Şeibî yên şîeyan û hêzên polîs û artêşê di şerê li dijî terorê de wek şehîd bên dîtin û malbatên wan bên xelatkirin.

Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de, daxwaz ji Ebadî kir ku, însiyatîva Kampanyaya Niştimanî berfirehtir bibe û şehîdên Şingalê û Tileferê jî li xwe bigire, da ku alîkarî bigihên malbatên wan ên ku koçberî Herêma Kurdistanê bûne.

Dexîl daxwaz dike alîkariyên ku bi ser malbatên kuştiyên Heşdul Şeibî û hêzên polîs û artêşê de tên belavkirin, malbatên şehîdên kurd ên êzîdî jî li xwe bigirin.

Wê parlamantera kurd herwiha daxwaz dike ku ew keç û jinên êzîdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, ew jî mûçeyan werbigirin ji ber ku rewşa wan pir xerab e.