Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartina berbijêrekî bo serokkomariya Iraqê, eger sînorê yasayî temam bibe, endamên parlamentoyê dê roja Çarşemê bicivin û biryarê bidin. Ev di demekê de ye ku heta niha ti nîşaneyek ji bo lihevkirinê nîne, lê hîn jî derfeta aliyan maye ku li hev bikin û pirsgirêka serokkomar û avakirina hikûmetê çareser bikin.
Medihe Musewî, Endama Çarçoveya Hevahengiyê, dibêje, “Bêguman ji bo vekirina girêka siyasî ku niha li welat heye, diyalogeke fermî û nefermî di navbera hemû alî û pêkhateyan de heye. Heta roja Çarşemê dema danûstandinê ligel hemû alî û birayên Tevgera Sedir maye, dibe ku demjimêrek an du demjimêran berî civînê geşedanên nû rû bidin, bi hêviya Xwedê digihêjin çareseriyekê.”
Di civîna roja Şemiyê ya Parlamentoya Iraqê de, Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî karibû 202 parlamenteran kom bike, ku pêwîstiya wan bi 18 parlamenterên din hebû ji bo ku wl rûniştin di berjewendiya xwe de yekalî bikin. Lê bi ser neketin. Lewma niha hewldanên wan ji bo razîkirina parlamenterên serbixwe zêde bûne.
Dr. Mihemed Şakir, Parlamenterê Berê yê PDKê, dibêje, “Ji bo roja Çarşemê, tekez hemû eger vekirî ne û hewlên baş tên dayîn ku ev rêje bê dabînkirin. Em hewl didin bo roja Çarşemê, bikarin du li ser sê yê parlamenteran amade bin.”
Nakokiya PDK û YNKê li ser posta serokkomariyê derbasî qonaxeke din bû, her du alî pêdagîr in û ne amade ne lihev bikin. Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştimanî jî piştgiriya berbijêrê PDKê dike û Çarçoveya Hevahengiyê jî piştgiriya berbijêrê YNKê dike, ji ber wê jî eger rewş wiha aloz bimîne, egera dubarebûna senaryoya roja Şemiyê heye.
Musenna Emîn, Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî, dibêje, “Heman senaryo dê dubare bibe, eger rêkeftin û lihevkirinek pêk neyê, taybet jî giftugoyên bereyên Şîe ku bi ser bereyê Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê de dabeş bûne. Baweriya min ew e ku roja Çarşemê heman senaryo dubare dibe û Iraqê pêwîstî bi giftugoyeke ciddî heye ji bo derbasbûna ji vê tengasiyê.”
Ji bo hilbijartina serokkomar divê 220 parlamenter amade bin. Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên wê tekez dikin, eger lihevkirin nebe weke rûniştinên borî beşdarî rûniştina parlamentoyê nabin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse