16 welatên cîhanî li dijî Iraqê daxuyanî dan

Hewlêr (Rûdaw) - 16 welat nerazînê ji rewşa Iraqê, bikaranîna zêde ya hêzê û tûndûtjî û kuştinê, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê û grûpên çekdar ve,  li dijî xwepîşanderên aştîxwaz protesto dikin.

Balyozxaneyên, Keneda, Kirwatiya, Çek, Fînland, Franse, Almanya, Hengariya, Îtaliya, Holand, Norwêc, Polend, Romanya, Spanya, Swêd, Brîtaniya û Amerîka bi daxuyaniyeke hevbeş tundûtûjiya li hemberî xwepêşdanderên Iraqê tê bikaranîn protesto kirin.

Wan 16 welatan ragihandin, tevî ku hikumeta Iraqê piştrast kirine, lê heta niha teqekirina li xwepîşanderan berdewam e, ku xelkê sivîl hatiye kuştin û birîndarkirin, herwiha xwepîşander hatine revandin û tirsandin.

16 welatên navborî daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku rêzê li azadî û mafê xwepêşanderan a aştiyane bigre.

Di heman demê de 16 welat daxwazê ji Iraqê dikin ku lêkolîneke bawerpêkirî encam bidin, dûvçûnê bo kuştina zêdetir ji 500 kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din bike.