Qasim El-Erecî: Hewlêr û Bexda gihîştine qonaxeke pir baş a lihevkirinê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku îro di serdana xwe ya Bexdayê de ligel Hevpeymaniya Ezmê civiya, bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî re jî hevdîtin kir.

Qasim El-Erecî piştî hevdîtina bi Serok Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re ragihand ku Hewlêr û Bexda gihîştine qonaxeke pir baş a lihevkirinê.

El-Erecî got, “Li ser gelek mijarên girîng ên girêdayî ewlekarî û yekparçeyiya Iraqê û parastina serweriya Iraqê li ser gelek mijarên girîng têgihîştina me hebû û bi baweriya min têgihîştina di navbera Bexda û Hewlêrê de di berjewendiya welat de ye. Şikir ji Xwedê re em gihîştine qonaxeke pir baş a têgihîştinê, gelek spas ji bo aqilmend û rayedarên welat.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê derbarê êrîşên Îran û Tirkiyê yên bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de jî axivî û got, “Di navbera Bexda û Hewlêrê de lihevhatinek heye, komîteyek bilind ji bo dîtina çareseriyeke guncaw li gel Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê dê bê avakirin, bê guman em ti binpêkirinên serweriya Iraqê qebûl nakin.”

Qasim El-Erecî di beşeke axaftina xwe de tekezî li ser hebûna îradeyeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, “Bê guman me li ser hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kir, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan îradeya siyasî heye.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve bo serdana wî welatî hatiye vexwendin, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî têkildarî vê serdanê got, serdan dê roja Sêşembê bê kirin û dê di hevdîtinan de serweriya Iraqê bê gotûbêjkirin.