Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê û dê bi berpirsên Îraqê re bicive.

Nêçîrvan Barzanî destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Sûdanî re, beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê bû.

Piştî wê civînê jî Nêrçîrvan Barzanî bi serokê berê yê Parlamentoya Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan behsa rewşa dawî ya siyasî ya Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî herwiha hewlên ji bo hilbijartina serokê nû ya parlamentoya Îraqê gotûbêj kirin.

Ji bilî vê yekê Nêçîrvan Barzanî û Helbûsê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.

Helbûsî herî dawiyê 9ê Kanûna Paşîna 2022yan wekî Serokê Parlamentoya Îraqê hatibû hilbijartin.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 14ê Çiriya Paşîna 2023yan Mihemed Helbûsî ji erka wî ya serokatiya parlamentoyê dûr xistibû.