Artêşa Iraqê sê rojan êriş kir, nekarî wî gundî ji DAIŞê bistîne!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê dest bi operasiyona standina Mûsilê ji destê DAIŞê kiriye lê bi sistî pêşde diçe. Pêşmerge jî dibêjin, hêza artêşa Iraqê ya şerkirinê lawaz e.

Operasiyona standina bajarê Mûsilê û herêma Neynewa ya Iraqê ji destê DAIŞê, 4 roj berê ji aliyê artêşa Iraqê û li hêla Mexmûrê ve hat destpêkirin.

Di wê operasiyonê de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî alîkariya artêşa Iraqê dikin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, hêzên iraqî ku milîsên sunnî (Heşda Niştimanî) jî alîkariya wan dikin, sê rojan ser hev êrişî gundê bi navê Nesir kirin lê nekarîn wî gundî ji DAIŞê bistînin.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Mexmûrê, Necat Elî derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, artêşa Iraqê bi awayekî xirab dest bi operasiyonê kir û got, helbet gellek sebeb hene lê ez naxwazim behsa wan bikim. Bi giştî hêza artêşa Iraqê ya şerkirinê lawaz e.

Di heyama çend rojên borî de ji ber şer û operasiyonan, derdora 1500 kes ji gundên devera Mexmûrê neçar mane gund û warê xwe berdin û xwe bavêjin ber bextê Pêşmerge.