IRAQ - Roja hilbijartinên encûmenên parêzgehan hat diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Civata Wezîran a Iraqa Federal, roja hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê diyar kir.

 

Çavkaniyekê ji Civata Wezîran a Iraqê ve ragihand, di civîna îro ya Civata Wezîran de ku bi serokatiya Serokwezîr Heyder Ebadî hat lidarxistin, dengdan li ser diyarkirina roja hilbijartinên encûmenên parêzgehan hat dan, ku pêştir komîsyona bilinda hilbijartinan pêşniyar kiribû.

 

Li gorî heman çavkaniyê, civata wezîran bi dengdanê roja 22ê Kanûna 2018an (22-12-2018) weke roja sazkirina hilbijartinên encûmenên parêzgehên wî welatî diyar kir.

 

Li Iraqê ji bilî hilbijartinên encûmenên parêzgehan, dê hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî werin lidarxistin.

 

Pêştir parlamentoya Iraqê biryar li ser dema sazkirina hilbijartinên parlamentoyê dabû û biryar e hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 12ê Gulanê 2018an de birêve biçin.