Erebên Sunî daxwaza kêmkirina bandora Îranê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Erebên sunî yên Iraqê ji ber hebûna çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê li Iraqê, ne razî ne û pêşwazî li hewldanên Amerîkayê bo kêmkirina hejmûn û bandora Îranê li Iraqê dikin.

 

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Elî Beşar ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka dixwaze pêwendiyeke baş di navbera Erebistana Siûdî û Iraqê de çêbike. Lê eger bixwaze bandora Îranê li Iraqê kêm bike, ji bo vê yekê demeke dirêj pêwîst e û dê rewş jî aloz bibe. Çimku Îran ji 2003an ve kariye rengê xwe bi temamî bide Iraqê.”

 

Piraniya Erebên sunî yên Iraqê neyarê serekî yê bandor û siyaseta Îranê ya li Iraqê ne û ji şiyana Erebistana Siûdî ya li ser rûbirûbûna siyaseta Îranê bêhêvî ne.

 

Berdevkê Serokê Eşîrên Sunî Yehya Sumbul diyar kir: “Eger di ragihandinê de jî behsa wê yekê were kirin ku Erebistan dixwaze bandora Îranê li Iraqê kêm bike, nikare. Çimku desthilatdariya Îranê bi aşkere li ser Iraq tê dîtin û Qasim Silêmanî weke serkirdeyek reftar dike û hesabê nade ti kesî.”

 

Bûyer gelek bilez diqewimin û rewşa Iraq û herêmê zêdetir têk diçe. Tê gotin ku ev hemû di berjewendiya Îranê û derketina temamiya hîlala şîe de ye ku gelek welatên zilhêz û welatên Rojhilata Navîn jê ditirsin.