Êrîşa DAIŞê hate têkbirin
Mûsil (Rûdaw) – Hate zanîn, ku çekdarên DAIŞê li rojhilatê Mûsilê êrîşê taxên Tenek, Recim Hedîd û Yermûkê kirin. Di êrîşê de hejmareke kesên sivîl û serbazên Iraqî hatine kuştin.
Şaneya Ragihandina Şer a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku hejmareke çekdarên DAIŞê dize kirine nav taxên Tenek, Recim Hedîd û Yermûkê.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Dije Terorê demildest gihiştine taxa Tenek û koma çekdarên DAIŞê dorpêç kirine. Herwiha firokeyên şer jî cihê çekdaran bombebaran kirine û koma li vê taxê tev de hatine kuştin.
Şaneya Ragihandina Şer diyar dike, ku niha rewşa vê taxê aram bûye, hêzên ewlekariyê tevahiya taxê kontrol kirine û dest bi lêgerîna malan kirine.
Li gorî zanyariyan di dema êrîşê de gelek nîştecihên van taxan ji malên xwe reviyane. Herwiha di encama êrîşê de hejmareke kesên sivîl û serbazên Iraqî jî hatine kuştin.