Ji ber kêmbûna avê eger heye 7 milyon kes koçber bibin

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Giştî ya Komeleya Cotkaran a Bexdayê ragihand ku kêmbûna rêjeya avê ya çem û rûbaran karesateke mirovî ligel xwe tîne û li pênc parêzgehên Iraqê dibe sedema koçberbûna 7 milyon kesan.


Serokê Yekîtiya Giştî ya Komeleya Cotkaran Heyder Eesad di civîneke çapemeniyê de got: "Berê Tirkiyê di yek saniyê de 700 metresêca av bo Iraqê berdida, lê niha di saniyeyekê de kiriye 90 metrekup. Ev yek jî pirseke gelekî metirsîdar e, ji ber Tirkiyê mafê bingehîn ê Iraqê ji beşa avê zeft kiriye ku di saniyeyekê de 610 metrekup e. Emê hemû hewldanên xwe bixin tevgerê daku tejîkirina Bendava Ilisu heta 3 mehên dahatû bê ragirtin."


Eesad wiha axifî: "Eger Tirkiye dest bi tejîkirina Bendava Ilisu bike, kar li ser kêmkirina wê avê jî dike ku dide Iraqê û niha bo 90 metrekup kêm kiriye, li vê derê Iraq rûbirûyê karesateke mirovî dibe û dibe sedema koçberbûna 7 hezar kes, bi taybetî li parêzgehên Necef, Dîwaniye, Semawe, Zîqar û Besra, ku bi awayekî bingehîn pişta xwe bi ava Çemê Firat girêdidin."


Serokê Yekîtiya Giştî ya Komeleya Cotkaran, herwiha daxwaz ji aliyên nav xwe û derve kir ku bên ser xetê, guşarê li Tirkiyê bikin û nehêlin karesateke jîngehî li Iraqê biqewime.