Ji Şîeyan bo Kurdan peyam: Rêzgirtin ne bes e, divê pabend bin
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Dosyeya Kurdî yê li Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Ebdullah Zeydî ragihand, ku ji bo pêkanîna danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê ti hewldanek tine ye. Herwiha Zeydî, pabendbûna Herêma Kurdistanê bi biryarên Dadgeha Federalî û qebûlkirina yekparçeyiya Iraqê weke bingeha destpêkirina danûstandinan dibîne û dibêje: “Rêzgirtina li biryarên Dadgeha Federalî, ji pabendbûnê ciyawaz e.”
Ebdullah Zeydî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser hewldanên destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir: “Heta niha ji bo destpêkirina gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê ti hewldanekê nabînim. Li ser vê mijarê ti zaniyariyên min jî tine ne, lê ji medyayên Kurdistanê ev tê bihîstin, dibe ku piştî serê salê, yan jî piştî çend rojan dê gereke gotûbêjan dest pê bike.”
Li ser wê yekê ku Bexda ji bo gotûbêjan pêngav navêje, Ebdullah Zeydî got: “Em gotûbêjan giring dibînin. Divê di qonaxa dahatû de dest bi gotûbêjan were kirin. Beriya niha jî me aşkere kiribû ku hikûmet pabend e bi danîna bingeha vê gotûbêjê. Herwiha hikûmet ji aliyê parlementoyê ve destvekirî ye. Lê em weke Hevpeymaniya Niştimanî daxwaza danûstandinan dikin, lê divê ev gotûbêj li ser çend bingehên dirust dest pê bike.”
Li gor baweriya Berpirsê Dosyeya Kurdî yê li Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan ku hevpeymaniya desthilardar e û Ebadî û Malikî di nav hevpeymaniyê de ne, “niha top li qada Hewlêrê ye, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê panbendî biryarên Dadgeha Federalî bibe, ku daxwaza yekparçeyiya Iraqê dike, ne ku tenê rêz li biryaran bigre. Çimku pabendbûn, ji rêzgirtinê ciyawaz e. Qebûlkirina yekparçeyiya Iraqê, dê rewşê asayî bike û di navbera Hewlêr û Bexdayê de nêzîkbûnekê çêbike, da ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan danûstandinên bingehîn werin kirin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, piştî çendîn destpêşxerî û nîşandana amadebûnê yên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo gotûbêjên li gel Bexda û piştî guvaşa çend welatan, biryar e Wezîrê Navxweyî ya Iraqê Qasim Eirecî û Wezîrê Berevaniya Iraqê Îrfan Heyalî bi mebesta gotûbêjên li ser deriyên sînorî û firokexaneyan serdana Hewlêrê bikin.
Ev serdan piştî hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Partiya Deiwe Nûrî Malikî tê, ku Malikî gotibû: “Ez hîs dikim ku vebûna deriyê gotûbêjên navbera hikûmeta Herêm û hikûmeta navendî gelek nêzîk bûye. Niha dem di berjewendiya çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan de ye û ez ji bo paşxistina gotûbêjan heta piştî hilbijartinê ti hincet nabînim. Bawer dikim dê gelek neçe û di demeke nêz de Bexda vê rolê bilîze.”
Parlementerê Fraksiyona Goranê yê li Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder di derbarê serdana du wezîran de ji Rûdawê re ragihand: “Bandora guvaşa navdewletî û navxweyî li ser vê serdana du wezîran heye.” Herwiha got: “Beşeke wê jî bi hevpeyvîna li gel Malikî pêwendîdar e.”
Herwiha Serokê Fraksiyona PDKê yê li Parlementoya Iraqê Erefat Kerîm destnîşan kir: “Hevpeyvîna Malikî tirsek xistiye dilê Ebadî ku dibe Kurd hevpeymaniyê li gel wî bikin. Nêzîkbûna PDK û YNKê jî giring e, çimku bihevre nebin nikarin li Kurdistan û Iraqê tevbigerin. Bi awayekî giştî peyama Malikî erênî bûn, lê Şîe di dema desthilatdarî û nedesthilatdarî de ciyawaz in.”
Nivîsîn: Îlyas Aslanhan