Li ser referandumê şîe û sunî bi hev ketin

Navenda Nûçeyan – Li aliyekî li Başûrê Kurdistanê referanduma serxwebûnê tê pêkanîn û li aliyê din jî hin welatiyên şîe û sunî di medyaya civakî de li ser cihêbûna Kurdan hevdû tawanbar dikin.

 

Referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li ser medyaya civakî tê nîqaşkirin. Bikarhênerên medyaya civakî yên şîe û sunî jî li ser cihêbûna Kurdan hevdû tawanbar kirin.

 

Bikarhênerên medyaya civakî yên şîe, îdia dikin ku welatiyên sunî piştgirî didin referandumê û dibêjin “hûn îxanetê li welatê xwe dikin.”

 

“Suniyên xwedî peywir piştgirî didin referandumê û bo siberojê zemîneke cudaxwaziyê amade dikin. Yan jî belku dixwazin tevlî dewleta Kurdî bibin. Nîşaneya herî xweş jî ew e ku gava Kurd gundên suniyan bi dest xistin, dengê xwe nekirin.”  - @Mushtaq994

 

“Welatiyên sunî an piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê, an jî bi zorê li dij derdikevin. Welatê wan desthilatdarî ye. Ew amade ne welatekî ku birêve nabin di sêniyekê de pêşkêşî Îsraîlê an jî Barzanî bikin.” - Adil el Huseyni

 

Sunî jî diyar dikin ku Kurd dixwazin ji Iraqeke ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin cuda bibin.

 

“Eger Iraq ji aliyê iraqiyan ve bihata birêvebirin, Kurdan dê ev rê hilnebijart. Lê êdî Iraq bûye weke wîlayeteke Îranê. Welat ji aliyê çeteyên tawanbar ên mezhebparêz ve tê birêvebirin.” - @mustafa_khalaf3

 

“Kurdistan dê dewleta xwe damezirîne. Beşa din a Iraqê jixwe di destê Îranê de ye. Sunî dê an ji cih û warê xwe bibin, an dê werin kuştin, an jî werin şîe-kirin.” - Fehran Hawas el-Sadid (Çavkanî: AFP)