DAIŞê Zanîngeh teqandin

Mûsil (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê Zanîngeha Hedba bi bombeyan teqand.

 

Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê li navenda bajêrê Mûsilê zanîngeha taybet a Hedbayê bi bombe teqandine.

 

Memûzînî diyar kir ku dibe DAIŞ avahiyên din ên nav bajêr biteqîne û got:

 

“Beriya ku ji Mûsilê derbikevin dixwazin bajêrek wêran li pey xwe bihêlin.”

 

Zanîngeha Hedba ya taybet li taxa Feyseliyê yê bajarê Mûsilê ye. Ev zanîngeha ku li kêleka rûbarê Dîcleyê ye, di sala 1990î de hatiye damezrandin.

 

Rêxistina DAIŞê di destpêka meha Hezîrana 2014ê de bajarê Mûsilê dagir kir. Rêxistinê li vî bajarî bi tevê mizgeftên mezin gelek bermayên dîrokî jî hilweşand û jinav bir.