Serokwezîrê Iraqê serdana Şingal û Lalişê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê ragihandiye, di demeke nêzîk de ew dê serdana qezaya Şingalê û perestgeha pîroz a Kurdên Êzidî, Perestgeha Lalişê bike.

Şandeke pilebilind a civaka Kurdên Êzidî bi serokatiya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêk anî.

Li gor dauxyaniya ofîsa Serokwezîriya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî di civînê de ragihandiye ku ew dê serdana Şingalê û Perestgeha Lalişê bike.

Hatiye gotin, di civînê de şanda Êzidiyan ji bo serdanê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiriye û wî jî qebûl kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, Şandeyê ji Sûdanî xwestin ku “seredana Şingalê û Perestgeha Lalişê bike û wî soz da ku di demek nêzîk de bi wan re hevdîtinê pêk bîne û bi kesên xwedî helwestên qehremanî re hevdîtinê pêk bîne.”