Mîrê Êzidiyan û Serokwezîrê Iraqê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê bi Mîrê Kurdên Êzdî re civiya. Di civînê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, ku “avedankirina Şingalê û Deşta Neynewayê” ji armnacên hikûmeta wî ne û tekez kir, ew hewleke zêde bo wê yekê dide.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku Serokweîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja Sêşemê 24ê Çileya 2023 pêşwazî li Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg û şandeke pê re kiriye.

Şanda bi Mîrê Kurdên Êzidî re ji nûnerên Kurdên Êzidî yên di parlamentoya Iraqê de û hejmarek zanayên olî û şêx û navdarên civaka Êzidî pêkhatibû.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokwezîrê Iraqê ji Mîrê Êzidiyan re gotiye, “şanazî û hurmeta wî ji bo vê civaka baş a Iraqê û qurbaniyên wê heye” û tekez kiriye, “Hikûmet pêdagirî li ser giringîdana bi cudahiyên çandî û civakî yên gelên Iraqê dike, ji ber ku ev cudahî faktora hêz, tifaq û yekrêziyê ne.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî herwiha di civînê de ragihand, “avedankirina Şingalê û Deşta Neynewayê ji armancên hikûmetê ne û bo wêya hewl dide. Avedankirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan jî mercê aramî û istiqrara li navçeyê ye.”

Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg jî di civînê de amaje bi biryara hikûmetê bo tapokirina mal û milkan li sînorê Şingalê kir û ji ber wê yekê spasiya Serokwezîrê Iraqê kir.

Şanda Êzidiyan herwiha daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku serdana Şingal û Perestgeha Lalişê bike û Sûdanî jî soz da wan ku di demeke nêzîk de serdana wan navçeyan bike.