Bereya Tirkmenî hişyarî dide fraksiyonên Şîe û Sunî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê ew fraksyon eşkere kir ku Tirkmen piştgiriya wê dikin û ji fraksyonên Sunî û Şîe xwest li himber zexta navdewletî çok daneynin ku hewl didin Iraqê parçe bikin.

 

Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî di civîneke çapemeniyê de got: "Tirkmen piştgiriya wê fraksyonê dikin ku yekparçeyiya axa Iraqê biparêze, herwiha metirsiyeke mezin li pêşiya fraksyonên Şîe û Sunî ye, ew jî çokdanîn e li beramber zextên herêmî ku hewl didin Iraqê parçe bikin."

 

Erşed Salihî got: "Ji serdema opozisyonê ve û heta niha Şîe û Suniyan xwe wek serkirdeyên Iraqê danîne, lewra nabe li beramber zextên parçekirina welat çok deynin. Pêkanîna fraksyoneke yekgirtî ya Tirkmenan ji Şîe û Suniyan asayî ye, li gor projeyekê berevaniyê li mafên wan bike li hemû navçeyên Iraqê."

 

Civîna roja 19.08.2018an ku li Hotela Babil a naverasta Iraqê hat sazkirin, serkirdeyên Hevpeymaniya Saîrûn, Nesir, Hîkme û Weteniye beşdar bûbûn û pêkanîna fraksyona herî mezin gotûbêj kiribûn.

 

Piştî civînê jî ragihandin ku li ser krokiya fraksyona herî mezin li hev kirine û deriyê wan jî bo hemû aliyan vekirî ye.