Qasim Silêmanî dîsa hat Iraqê
Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin, Fermandeyê Supayê Quds a Îranê, Qsim Silêmanî li bajarê Kerbela ya Iraqê ye.
Li gor agahiyên herî nû, Fermandeyê Supayê Quds a girêdayî Supayê Pasdarên Îranê, Qasim Silêmanî di berdewamiya hatûçûnên xwe yên bo Iraqê de, serdana bajarê Kerbela ya li başûrê Iraqê kiriye.
Hat zanîn, wêneyekê nû yê Qasim Silêmanî di torên civakî de belav bûye û tê de xuya dibe, ku Silêmanî ligel Fermandeyê Giştî yê milîsên Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis li bajarê Kerbelayê ye.
Li gor çend hesabên li ser torên civakî yên nêzîk ji şîeyan, Silêmanî bi Ebû Mehdî re bi armanca aghadarbûn ji projeya nûjenkirin û berfirehkirina mezarê Îmamê sêyem ê şîeyan, Îmam Hisên serdana Kerbelayê kiriye.
Qasim Silêmanî yek ji berpirsên Îranê ye ku bandorek mezin li ser rewşa Iraqê, bi taybet di her du warên siyasî û leşkerî de heye.
Di dema êrişên DAIŞê de bo ser Iraqê û kontrolkirina beşek zêde ji axa wî welatî, Qasim Silêmanî bi aşkere hatûçûna Iraqê dikiri û di çend şeran de bi şandina hêzên leşkeriyên Îranê bo piştgîriya hêzên Iraqê, fermandeyiya şerê li dijî çekdarên DAIŞê kir û nehişt çekdarên DAIŞê bajarê Bexdayê bixin ber metirsiyê.
Hinek çavdêrên siyasî û leşkerî dibêjin, ewê ku bi ratsî siyaseta Iraq birêve dibe, nek rayedarên Iraqê, belku Qsim Silêmanî ye.
Piştî ku Amerîkayê di sala 2011an de hêzên xwe ji Iraqê vekişand, desthilata şîeyan di Hikûmeta Iraqê de pir zêde bû û bi wê yekê jî bandora Îranê bi ser Iraqê de jî zêde bû, bi awayekê ku tê gotin, Bexda siyasetên Tehranê birêve dibe.