Emar Hekîm dest ji partiya xwe berdide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê, Emar Hekîm dest ji wê encumenê berdide û li gorî zanyariyan dê partiyeke nû ava bike.

 

Endamê Fraksyona Muwatin li parlamentoya Iraqê, ku fraksyona parlemanî ya Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê ye, Mihemed Mesûdî ji Rûdawê re ragihand, Emar Hekîm îşev demjimêr 20:00 li bajarê Bexdayê gotarekê pêşkêş dike.

 

Mesûdî amaje bi wê yekê kir, ku “bi sedema çêbûna nakokiyê di nava Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê de, Emar Hekîm dê di gotara xwe ya îşev de, destberdana xwe ji wê encumenê aşkere dike û dê wê encumenê ji serkirdeyên din re bi cih bihêle.”

 

Mesûdî da xuyakirin, ku Hekîm dê li ser çalakiyên xwe yên siyasî berdewam be û  bi gotina wî “dê partiyeke nû ava bike.”

 

Hin çavkaniyên ji nav Encumena Bilind a Îslamiya Iraqê jî aşkere kirine, ku “serkirdeyên dêrîn ên encumena bilind a îslamî ku kesên weke Celaledîn El-Sexîr, wezîrê berê yê veguhastinê Baqir El-Zubeydî û parlamenter Hamid El-Xizrê li dijî Hekîm û li ser nakokî û dijbûna nêrînên xwe yên bi Hekîm re, giliyên xwe pêşkêşî Îranê kirine.”

 

Li gorî zanyariyan, yek ji berçavtirîn nakokiyên nava Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê ew e ku serkirdeyên wê encumenê yên ku li dijî Hekîm birine pêşberî Îranî, daxwaz ji Hekîm kirine, ku roleke mezintir bide wan di biryardanên nava wê encumenê de û herwiha serxistina serkirdeyên xort di nava encumenê de, ku ew xort berî sala 2003ê li Îranê nebûbin, red dikin.