Li Besrayê malek şewitî: 6 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Besrayê ya Îraqê agir bi xaniyekî 2 qatî ket û ji ber agir ji malekê 6 kesan canê xwe ji dest da.

Berdevkê Rêveberiya Ragihandina Polîsê Besrayê Ezîz Haşim li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Berdevkê Rêveberiya Ragihandina Polîsê Besrayê Ezîz Haşim got:

“Li ser cadeya Miqawliyana Besrayê agir bi xaniyekî 2 qatî ketibû.

Ji wê malbatê 6 kesan canê xwe ji dest da. Dayîkek û 5 zarok in. Agir ji ber elektrîkê derketiye.”

Kesên canê xwe ji dest daye dayîk û 5 zarokên wê ne.

Navê dayîkê Zeyneb Tariq e û sala 1996an ji dayik bûye.

Dayîkê û zarokên xwe li nexweşxaneyê mirin.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Parastina Sivîlan a Îraqê Newas Sebah Şakir jî ji Rûdawê re eşkere kir ku tîmên wan agir kontrol kiriye.

Li gorî gotina Newas Sebah Şakir tîmên wan dayîk û 5 zarokên wê bi saxî ji malê derxistine û ew birine nexweşxaneyê lê rewşa wan giran bûye û wan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Newas Sebah Şakir amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

Beriya bi 3 hefteyan jî li Bexdayê agir bi xaniyekî 2 qatî ketibû û ji malbatekê 6 kesan canê xwe ji dest dabû.

Sala 2022yan li Îraqê 32 hezar bûyerên şewatê û sala 2023yan 20 hezar bûyerên şewatê çêbûbûn.