Zêdetirî 20 hezar jinebî li Mûsilê di rewşeke xirab de dijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha şûnwarên wêrankariyên DAIŞê li Mûsilê mane, herwiha tevî wan wêraniyan, rewşa welatiyên bajêr jî gelek xirab e û bi taybet jî ji ber şerê Mûsilê, niha zêdetirî 20 hezar jinebî li vî bajarî di rewşeke xirab de dijîn.

 

Di wê dema ku DAIŞ li Mûsilê desthilatdar bû, gelek zirar gihîşt xelkê deverê û bi taybet jî jin bûne qurbanî, ji ber ku gelek ji jinan di şeran de hevjînên xwe ji dest dane.

 

Tevî ku heta niha amareke dirist bi hûrgiliyan ve di derbarê hejmara jinebiyên Mûsilê de li ber dest nîne, lê belê tê texmînkirin, ku bi hezaran jinên Mûsilî, di dema operasyona kontrolkirina Mûsilê de, an jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibin kuştin.

 

Rêvebera Beşa Jinan li Dîwana Parêzgeha Neynewayê, Sekîne Mihemed Elî ji Rûdawê re ragihand: “Derbarê Beşa Jinan û Zarokan de, em hemû dizanin ku ew amarên di derbarê hejmara jinebiyên Mûsilê de li ber destê me ne, temam nînin. Tê pêşbînîkirin ku li parêzgeha Neynewayê 20 hezar jinebî hebin, zêdebarî 4 hezar jinên cudabûyî ku hevjîn û kesûkarên çekdarên DAIŞê bûn”.

 

Berpirsên Encûmena Parêzgeha Neynewayê dibêjin, ku ew rewşa zehmet a wan jinan fêm dikin, ku hevjînên wan hatine kuştin an jî cuda bûne, lê belê dibêjin, hikûmeta navendî ya Iraqê berpirsatiya xwe li hember wan jinan û jibo kêmkirina êş û zehmetiyên wan jinan pêk nahîne.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê, Xezwan Dawûdî tekez dike, ew cihên ku DAIŞê bi cih hiştine, gelek mezin in û encûmena parêzgehê jî rastî gelek kêşeyan dibe, bi taybetî niha ku zêdetirî 20 hezar jinebî li Neynewayê hene. Hikûmeta navendî jî berpirsatiya xwe cîbicî nake, li gorî Destûra Iraqê jî dabînkirina çavdêriya pêwîst bo jinan, bi taybet jî jinebî û jinên cudabûyî di stuyê hikûmetê de ye.

 

Jinên Mûsilê di wê rewşa ku rastî wan hatiye, gelek êş û zehmetî dîtine, niha jî fişareke mezin li ser wan e û nikarin pêwîstiyên zarokên xwe dabîn bikin.

 

Ala Mihemed, jinebiyeka Mûsilî ye û dibêje: “Jinên Mûsilî ji destê wê rewşa ku rastî wan hatiye, gelek zehmetî dîtine. Niha jî gelek guvaş li ser wan e û ew niakrin pêwîstiyên zarokên xwe peyda bikin, ew yek jî dibe sedem ku rêyên neşerî bigirin ber xwe, ew yek jî sivikatî ye û ziyanê digihîne navûdengê jinên Iraqî bi giştî û jinên Mûsilê bi taybetî”.