Parlamenterê Kurd bo zimanê Kurdî li parlamentoyê daxwaza wergêr dike

23-11-2018
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Parlamenter Kurd PDK Wergêr Zimanê Kurdî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Parlamenterekî Kurd ê li Parlamentoya Iraqê bo axavtina bi zimanê Kurdî di rûniştinên wê parlamentoyê de daxwaza peydakirina wergêr dike û di heman demê de dibêje, Banka Navendî ya Iraqê bi bikarneanîna zimanê Kurdî li ser pereyê nû yê Iraqê destûr binpê kiriye.

 

Endamê Fraksyiona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê Dr. Mihemmed Şakir ji Rûdawê re ragihand, ku di rûniştina roja çarşemê ya parlamentoyê de rexne li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Dr. Elî Elaq girt, ku wî bi bikarneanîna zimanê Kurdî li ser pereyê Iraqê destûra wî welatî binpê kiriye, ku ev binpêkirina yasa û destûrê aşkere ye û daxwaz kir ku ji ber vê yekê lêpirsîn lê were vekirin.

 

Dr. Mihemmed Şakir dibêje: “Wek çawa di rûniştinê de jî min amaje pê kir, ku li gor madeya 4ê destûra Iraqê û li gor yasaya hejmara 7 a sala 2014a, mafê parlamenteran heye ku bi zimanê Kurdî biaxive, tawana parlamenteran û kesên amade çi ye gava em bi Kurdî diaxivin û ew tênagihên, bo wê yekê pêwîst e ev pirsgirêk were çareserkirin û bo parlamentoyê wergêr werin dabînkirin.”

 

Roja çarşemê (21-11-2018) yek ji mijarên Parlamentoya Iraqê taybet bû bi nivîsa navê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq li ser pereyê Iraqê. 


Parlamenterê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Iraqê dide zanîn ku wî jî di wê rûniştinê de him wek erka parlamenterî û parêzerê xelkê Kurdistanê û mafên wan him jî wek Kurdekî helwesta xwe derbirî û dibêje: “Min daxwaz kir ku piştî zimanê Erebî, divê zimanê Kurdî jî li ser pereyê Iraqê hebe. Min daxwaz kir ku benda 14a yasayê ya hejmara 7 a sala 2014a were cîbicîkirin, ku têde hatiye destnîşankirin ku her kesek dikare xemê bike li beramberî nenivîsîn û bikarneanîna zimanê Kurdî piştî zimanê Erebî.”

 

Dr. Mihemmed Şakir herwiha da zanîn ku li gorî heman yasaya hejmara 7 a sala 2014a mafê wan heye ku li Parlamentoya Iraqê bi zimanê Kurdî biaxive lê parlamenterên Ereb tênagihên û bo vê yekê wî daxwaz kiriye ku wergêr were peydakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst