Iraq girêbestên girêdayî madeya 140 hildiweşîne

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Kiştûkalî ya Iraqê nivîsek ji Rêveberiya Kiştûkalî ya Parêzgeha Kerkûkê re şandiye û têde ew girêbest hilweşandine ku madeya 140ê li xwe digirin.

 

Li gor nivîsa fermi ya Wezareta Kiştûkalî ya Iraqê/Ofîsa Wezîr Hejmar 469 ku 01.03.2018ê derxistiye, naveroka nivîsa berê ya wezaretê/ofîsa wezîr hejmar 275 ku 05.02.2018 hatiye derxistin, hildiweşîne û daxwaz dike tişta ku pêwist be were kirin û kar bi biryara nû bê kirin.

 

Roja 08.02.2012ê Encûmena Wezîran a Iraqê biryara hilweşandina hemû biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî da bi taybetî ewên peywendiya wan bi girêbestên zeviyên kiştûkalî ve heye li Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê, vegerandina wan bo xwediyên wan û tazmînatkirina kesên ji ber wê biryarê zerar dîtine.

 

Madeya 140 a Destûra Iraqê çend xalên girîng têde hene, ya herî girîng normalkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê li parêzgahên din jî wek Nînowa û Diyale, ku niştecihên wan biçin referandûmê û çarenivîsa navçeyên xwe diyar bikin, ka gelo bibin îdareyeke serbixwe yan vegerin ser Herêma Kurdistanê yan jî wek niha bimînin.