Şîe û Sune di 20 madeyên destûrê de ligel kurdan nakok in

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya hemwarkirina destûra Iraqê piraniya madeyan sererast kir. Endamên Kurd ên komîteyê dibêjin ku li ser 20 madeyên destûrê nakokî hene ku beşekî wan rasterast têkildarî desthilatên Herêma Kurdistanê ne.

Seroka Frakisyona PDKê Viyan Sebrî ku endama komîteya 30 kesî ya hemwarkirina destûra hertimî ya Iraqê ye, diyar kir ku ti madeyeke taybet tune “nakokiya me li ser hebe” û got: “Xalên ku di dema civînan de nîşe li ser wan hene, piştî sererastkirina madeyên destûrê em dê li ser wan bicivin û hewl bidin bigihin rêkeftinê. Xalên ku rêkeftin li ser wan neyê kirin jî bo perlemanê tên birin û dikevin dengdanê.”

Lê endamekî din ê Kurd di komîteyê de dibêje ku nakokî li ser gelek xalan hene. Di vî warî de, Perlemantarê Iraqê ji Frakisyona Yekgirtû Dr. Cemal Koçer ji Rûdawê re got: “Nêzîkî 20 madeyan hene ku nakokî li ser wan hene, wek madeyên 1, 49, 65 û 76.”

Bi gotina perlemantarê Yekgirtû, kêşe li ser madeyên 110 ta 120 jî hene ku dikevin benda çarem a destûrê û warên desthilata federal û desthilata herêman li xwe digirin. Herwisa nakokî li ser madeyên 140 û 141 û 142 jî hene.

Ji destpêka cotmeha 2019an ve xwepêşandan li Bexda û bajarên başûrê Iraqê belav bûn. Bo aramkirina xwepêşanderan, Perlemana Iraqê roja 28ê cotmeha 2019an komîteyeke demkî bo hemwarkirina destûrê pêk anî ku şeş endamên wê Kurd in. Ev pêngav di demekê de bû ku piraniya daxwazên xwepêşanderan taybet bi xizmetguzariyên seretayî bûn.

Viyan Sebrî li ser karên komîteyê dibêje: “Tenê çar heyv ji me re hatibûn danîn. Diviyabû me 28ê sibata îsal karên xwe xelas bikirana. Lê bêhnvedana yasadanînê derkete pêş, lewma heyvek piştî bêhnvedanê ji me re pêwîst e ta em karên xwe xelas bikin.”

Madeya 140 têkildarî yekalîkirina çarenivîsa navçeyên cihê nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Koma pêvajoyên ku têkiliya wan bi cîbicîkirina wê madeyê heye diviyabû ta heyva kanûna yekem a 2007an bên xelaskirin. Lê çarenivîsa wan navçeyan ta niha jî yekalî nebûye, wek diyar e perlemantarên Şîe dixwazin bi ser madeya 140ê de baz bidin.

Perlemantarê Frakisyona Yekgirtû got: “Şîe giraniyê didin ser kêşeya Kerkûkê û dibêjin kêşeya Kerkûkê çareser bûye, yasaya wê heye û em ê hemwar bikin. Merema wan yasaya Paul Bremer e ku dema xwe danîbû. Di wê yasayê de hilbijartina civata parêzgeha Kerkûkê ji parêzgehên din hatiye cudakirin.”

Dawiya par mijara guhertina pergala desthilatdariya Iraqê ji perlemanî bo serokatî hate behskirin. Di madeya yekem a destûrê de, Iraq wisa hatiye tarîfkirin ku “rejîma hukmdariyê tê de komarî, nûnerî (perlemanî) û demokratîk e.” Dr. Cemal dibilîne: “Madeya yekem cihê nakokiyê bû ka pergal dibe serokatî yan perlemanî. Divê ev li perlemanê yekalî bibe.”

Madeya 65ê ya destûra Iraqê yek ji wan madeyan e ku geneşeya nûnerên herêmê û nûnerên beşên din ên Iraqê li ser heye. Ew made têkildarî damezrandina civata federal e ku wek liqa duyem a perlemanê tê wesfkirin û piştî pêkanîna wê dikare li kêleka civata nûneran bixebite.

Li gor madeya 65ê civata federal nûnerên wan herêm û parêzgehan li xwe digire ku di çarçoveya herêmekê de nehatine birêkxistin. Yasayên pêkanîna civatê li gor 2 li ser 3yê dengê endamên civata nûnerên Iraqê tê birêkxistin ku tê de mercên endambûn û desthilatê tên berçavkirin. Li wê gorê jî ku ta niha reşnivîsa yasaya pêkanîna civatê nehatiye diyarkirin, lewma nezelaliyeke zêde li ser cîbicîkirina wê madeyê heye. Cîbicîkirina wê madeyê metirsî çêkir ku mafê Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî bê binpêkirin.

Desthilatên cîbicîkar, yasadanîn û dadwerî yên Iraqê li ser sê astan hatine dabeşkirin ku desthilatên federe, desthilatên hevpar û desthilatên herêm û parêzgehan li xwe digirin. Bi gotina endamên Kurd ên komîteya hemwarkirina destûrê, çend komên sereke yên Şîe dixwazin desthilatên hevpar bo desthilata federe biguherin.

Di vê barê de, Viyan Sebrî got: “Çend alî hewl didin desthilatên hevpar bilind bikin û wan bikin desthilata federe. Em li hemberî vê rawestiyan û me rê li ber girt.” Lê Viyanê navê wan komikan ji Rûdawê re eşkere nekir.

Lê Dr. Cemal Koçer got piraniya wan ew kom in ku xwedî mîlîs û çekdar in û wiha pê de çû: “Dixwazin dûgela Iraqê kontrol bikin. Ew dibêjin divê hikûmeteke navendî ya xurt deynin. Ew ser bi Qeys Xezelî, Sedrî û Emar Hekîm in ku di her tiştî de li hemberî kurdan tund in û cimaeta Partiya De`weyê (herdu baskên Malikî û Ebadî) û Fethê dixwazin hikûmeta Iraqê bibe navendî û pergal bibe pergala serokatî.”

Babeta dabeşkirina dahata gaz û petrolê yek e ji kêşeyên ku piştî pejirandina destûrê sala 2005 pêsîra têkiliyên herêm û Bexdayê girt. Ev kêşe di herdu madeyên 111 û 112an ên destûra Iraqê de hate qalkirin. Lê Kurd û Bexda wê bi awayekî cuda dixwînin.

Madeya 111 behsa wê hindê dike ku “Gaz û petrola hemû herêm û parêzgehan a hemû xelkê Iraqê ye.” Kêşe di madeya 112an de çêdibe ku tê de hatiye: “Hikûmeta federal ligel parêzgeh û herêmên berhemhêner ên petrolê îdareya wê hemû gaz û petrolê dikin ku ji zeviyên niha tê derxistin” bêyî ku amaje bide zeviyên ku piştî derketina wê madeyê tên dîtin. Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew made tenê qala wan zeviyên ku di dema derketina destûra Iraqê de hebûn dike.

Nûnerê Yekgirtû dibêje: “Ew (nûnerên Şîe) dibêjin nabe ku herêm bi keyfa dilê xwe petrolê bifiroşe. Çimkî ev serweta hemû Iraqê ye. Herwisa qala bac, gumrik û amrazên pêwendiyê jî dikin.”

Rojeva nûnerên Kurd di komîteya hemwarkirina destûrê de parastina maf û desthilatên vêga yên Herêma Kurdistanê di destûrê de ye. Dr. Cemal Koçer got: “Na. Tiştekî em lê zêde bikin tune. Lê selahiyatên ku vêga hene divê bimînin.”