Balyozê Brîtanyayê ji Rûdawê re got: Em kêfxweş in ku bi Îraqê re karê xwe didomînin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Brîtanyayê ya Bexdayê ji Rûdawê re got, “Em kêfxweş in ku bi Îraqê re karê xwe didomînin.”

Piştî ku Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Balyozê Brîtanyayê yê Berxdayê bi destêwerdana di karûbarên navxweyî yên wî welatî de tohmetbar kiribû,

Balyozxaneya Brîtanya ya Bexdayê kêfxweşiya xwe ya ji bo berdewamiya karkirina li gel Îraqê nîşan da.

Berdevkê Balyozxaneya Brîtanyayê ya Bexdayê Dunya Tanovich ji Rûdawê re got:

"Pêwendiyên me bi Îraqê re kûr û dûr in ku îro li ser bingeha hevkariyeke nûjen hatiye danîn.

Em kêfxweş in ku bi hev re dixebitin."

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen beşdarî bernameya Bestoon Talkê ya Rûdawê bû bal kişandibû gelek mijarên gelekî girîng.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê nameyeke nerazîbûnê ji Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen re şandibû.

Wezareta li ser sedema şandiye nameyê ev agahî dan:

“Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen wiha behsa kar û barên siyasî û ewlehiyê yên Îraqê dike ku jê re îmajeke xerab çêdike.”

Li gorî daxuyaniyê, Stephen Hitchen “midaxeleyî kar û barên navxwe yê Îraqê kiriye û ji qada karên li ser milên xwe derketiye.”

Stephen Hitchen li ser rewşa Îraqê gotibû:

“Ji bo ku veberhênan hebe divê ewlehî û aramî hebe.”

Stephen Hitchen diyar kiribû ku li Îraqê rewşa ewlehiyê li gorî berê baştir e lê hîn jî metirsî li ser xelkê Brîtanyayê û tewr wî jî heye.

Herwiha Partiya Dawayê ya Îslamî ya bi serokatiya serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî El Malîkî, Stephen Hitchen bi "zêdegaviya rola dîplomatîk" sûcdar kiribû û bangî  wî kiribû ku lêborînê ji Îraqê bixwaze.