Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) – Koşka Spiyê ragihand, Serokwezîrê Îraqê dê biçe Amerîkayê û bi Joe Biden re pêwendiyên Îraq û Amerîkayê gotûbêj bike.

Koşka Spiyê di daxuniyekê de ragihand ku dê 15ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî bike.

Herwiha hat ragihandin ku Biden û Sûdanî bi armanca avakirina hevahengiyê ji bo armancên hevbeş ê her du welatan û bihêzkirina pêwendiyan dualî yên Amerîka û Îraqê dê bicivin.

“Amerîka û Îraq pabendî rêkeftina stratejîk in”

Koşka Spî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê pabendbûna xwe ya bi rêkeftina stratejîk a her du aliyan dupat dikin.

Herwiha her du alî pabendbûna xwe ji bo Îraqeke bi îstîqrar û xwedî serwerî jî dupat dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin:

“Di civîna Serok Biden û Serokwezîr Sûdanî de hinek mijar wê bêne gotûbêjkirin û wê çend mijaran jî bi hev bişêwirin.

Di nav wan mijaran de pabendbûna hevpeymaniyê ji bo têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê û guhertina erkên serbazî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hene.”