Li Tel Evîvê êrişa bi kêrê: 4 kes birîndar bûn

Cihê bûyerê / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tel Evîva paytexta Îsraîlê di êrişeke bi kêrê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Stêrka Sor a Dawûd a saziya alîkariya lezgîn a Îsraîlê, li navenda Tel Evîvê êrişeke bi kêran pêk hatiye.

Di êrişê de 4 kes birîndar bûne ku birînên 2 kesan navîn û yên 2 kesan jî sivik in.

Li hêla din, medyaya Îsraîlê ragihand ku êrişkar ji aliyê kesekî li derdorê ve bi çekê hatiye kuştin.

Çavkaniyên herêmî daxuyand ku êrişkar 18ê Kanûna Paşîn çûye Îsraîlê.

Hat diyarkirin ku navê êrişkar Ebdulezîz Qadî ye û ew li Mexribê ji dayîk bûye û li Amerîkayê dijî.