Bi dronan êrişî binkeya Amerîkayê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî binkeya asmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ku leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne, bi dronan êriş hat kirin.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Îraqî ew êriş li xwe girt.

Çavkaniyekiyên ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku îşev bi du dronan êrişî binkeya leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hat kirin.

Çaavkaniya ku ji AFPê re axiviye diyar kir ku dronek ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye xistin.

Bi gotina heman çavkaniyê drona din jî bi xwe ketiye xwarê.

Li gorî agahiyên berdest ti zererên canî û madî çênebûye.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Îraqî li ser hesabê xwe yê Telegramê eşkere kir ku wan êriş pêk anî.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya li Îraqî piştî êrişa Hemasî ya li Îsraîlê derketibû holê.

Roja çarşemê jî bi du dronan êriş li dijî hêzên Amerîkayê yên li binkeya leşkerî ya Eyn Esedê hatibû kirin.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Esedê, Kampa Viktoryê û Baregeha Esmanî yê Herîrê hatine bicihkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Tîrmeha 2021ê ragihand ku dê hêza şerker a Amerîkayê heta dawiya 2021ê ji Îraqê vekişe.

Joe Biden destnîşan kiribû ku dê tenê hezeke wan li Îraqê bimîne da ku şêwirmendî û hevkariyê bike.

Erka Amerîkayê ya li Îraqê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erka wan niha zêdetir şêwirmendî ye.