Nûçeya derbarê êxsîrbûna leşkerên Iraqê derew derket
Mûsil (Rûdaw) – Nûçeyên di derbarê leşkerên Iraqê de ku dihate gotin ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtin, derew derket.
Di çapemeniyê de hatibû îdiakirin ku DAIŞê li Mûsilê beşek ji leşkerên Iraqê dîl girtine.
Berdevkê Hêzên Hawara Lezgîn Ebdulemîr Muhemedewî ragihand, ew îdia ne rast in.
Ebdulemîr Muhemedewî diyar kir: “Nûçeyên ku dibêjin li Mûsilê leşker ji aliyê DAIŞê ve hatine dîlgirtin, ne rast in.”
Di nûçeyan de hatibû îdiakirin ku 20ê Adarê sibehî li derdora saet 03:00an, li rojavayê Mûsilê taxa Bab El Cedîdeyê, cebilxaneya beşeke ji leşkerên Iraqê qediyaye û DAIŞê ew dîl girtine.