Nûceyfî: Tenê giringî didim şer!

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Heşdî Nîştîmanî Esîl Nûceyfî derbarê biryara girtina wî de helwesta xwe eşkere kir û got ku ew tenê giringiyê dide rizgarkirina Mûsilê.

 

Dadgeha Lêkolînên Navendî, bi hêceta ku sîxûrî ji hêzeke derekî re kiriye derbarê Parêzgarê berî yê Mûsilê Esîl Nûceyfî de biryara girtinê da.

 

Fermandarê Heşda Nîştîmanî ku navê xwe kiriye Pasewanên Nînowayê, Esîl Nûceyfî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Facebbokê, li ser vê biryarê helwesta xwe eşkere kir û got: “Li ser giliya sê parlamenterên Nînowa, bi tometa ku ji bo rizgarkirina Mûsilê piştgirî ji hêzeke derekî xwestiye, derbarê min de biryara girtinê derketiye.”

Nûceyfî ragihand: “Hêzên me ku serbazên Tirkiyê rahêneriya wan dikin, niha li eniyên şer in û ligel Artêşa Iraqê hêza tenê ya xelkê vî bajarî ne.”

 

Esîl Nûceyfî di berdewama peyama xwe de diyar kir ku Mûsil ev du sal in di bin destê DAIŞê de ye û xelkê wî jî rûbirûyê karesatekî mezin ê mirovahiyê hatine.

 

Parêzgarê berî yê Mûsilê got: “Ji bo ewlekariya civakî û azadkirina bajêr, tenê giringiyê didin şer û ji bo aramî û azadiya Mûsilê kar dikim.”

 

Navborî daxuyand ku ew vî mijarê dihêle pêvajoya piştî rizgarkirina Mûsilê û destnîşan kir ku dê wê demê mijar baştir bê çareserkirin.

 

Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Iraqê Dadwer Ebdulsettar Bayraqdar îro 20-10-2016 ragihand, “Roja 21ê Kanûna Yekem a 2015ê, 3 parlamenterên Nînowayê, bi tometa piştgiriya hêzekî biyanî û hêsankirina rê ji bo hatina Artêşa Tirkiyê, damezrandina baregahekî serbazî di nava axa Iraqê de, li Dadgeha Navendî ya Lêkolînan de, derbarê parêzgar Esîl Nûceyfî de giliya uyasayî tomar kirin.

 

Bayraqdar herwiha diyar kir ku şahidan belgeyên pêwîst jî pêşkeşî dadgehê kirine û di encamê de li gorî madeya 164 a Yasaya Sizadana Iraqî, bi tometa “ji bo welateke din sîxûrîkirin” derbarê Nûceyfî de biryara girtinê derketiye.