Parêzgar: DAIŞ hewla kuştina min dide
Diyale (Rûdaw)- Parêzgarê Diyala, Musena Temîmî ragihand ku, çekdarên DAIŞê hewla kuştina wî didin û herî dawî 2 bombeyên vedayî li nêzîkî karwanê otomobîlên wî teqandin.
Musena Temîmî ji Rûdawê re ragihand: “Duhî dema ku min serdana navçeya Tehrîr a başûrê bajarê Beiqube kir, 2 bombeyên vedayî li nêzîkî karwanê otomobîlên min teqiyan.”
Temîmî wiha got: “Ji ber beşdariya min di operasyona leşkerî ya girtina parêzgeha Diyala bi temamî ji destê DAIŞê, herwiha serdana min bo navçeyên suniyan û hewla min bo avakirina pêwendiyeke baş di navbera şîe û suniyan de, DAIŞ hewla kuştina min dide.”
Herwiha derbarê rewşa ewlehiyê ya Iraqê jî, Parêzgarê Diyala wiha domand: “Niha rewşa Diyala pir baş e û ez dikarim xelkê wê yên ku koçber bûne piştrast bikim ku ew dikarin vegerin cihê xwe.”
Parêzgeha Diyala dikeve rojhilatê Iraqê, navenda wê parêzgehê bajarê Beiqube ye. Xelkê wê şîe, sunî û kurd in.