Komisyon: Asayişa hilbijartinan parastî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parastina asayişa hilbijartinê yek ji wan mijaran e, ku berdewam Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û dezgehên ewlehiyê piştrastiyê di vî warî de didin. Komisyon dibêje, rêkarên tund dane ber xwe, ji bo parastina sêrverên hilbijartinê û rêgirîkirinê li hakkirinê. Komisyon nîşanê bi wê yekê jî dide, çavdêrên navxweyî û navdewletî wê li binkeyên dengdanê bin û berbijêr dikarin bizanibin çend deng anîne.

Îmad Cemîl, Endamê Fermangeha Medyayî ya Komisyona Hilbijartinan, dibêje, “Her berbijêrek dikare bi rêya bazneya biçûk encama dengdanê werbigire, berî ku deng bêne şandin bo sêrveran, yan jî berî ku berbijêr 24 demjimêran çaverê bikin heta ku encam bêne ragihandin. Me mafê encama dengdanê ji bo berbijêran parastiye, berî ku bê şandin bo navendê, herwiha dibe kopiyekê ji encama dengdanê bi CD bigihêje berbijêran, li gorî her bazneyekê.”

Ji bo parastina proseya hilbijartinê û bangeşeyê û berbijêr û navendên dengdanê û veguhastina sindoqên dengdanê û parastina encama hilbijartinê, Komîteya Bilind a Ewlehiyê bi serokatiya Ebdulemîr Şemmerî, cîgirê fermandeyê Operasyonên Hevbeş hate pêkanîn.

Tehsîn Xefacî, Fermandeyê Operasyonên Hevbeş, dibêje, “Erkê me weke hêzên elwehiyê, berbijêran biparêzin û rê nedin êrîşkirina li ser wan û li ser wêne û bangeşeyên wan ên hilbijatinê, lewma hêzên ewlehiyê li fermandeyên hemû parêzgehan dest bi çavdêrîkirin û parastina beribjêran û cihên bangeşeyê û karê hilbijartinê kiriye.”

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihandiye, Neteweyên Yekbûyî soz daye 130 çavdêrî bişîne, ji bo çavdêrîkirina proseya dengdanê, di hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê de.

Yekîtiya Ewropayê jî dibêje, 100 çavdêrên wê beşdar dibin.

Herwiha Komisyonê vexwendinname ji bo 51 welatî û 25 rêxistinan şandiye, da ku çavdêriya hilbijartinê bikin.