Serokomarê Iraqê hişyarî da Swêdê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê “bi tundî” şewitandina Quranê û alaya Iraqê li Swêdê şermezar kir û wek “tevgereke bêberpirsiyarî” bi nav kir û dibêje ku ev bûyer dibin sedema aloziyên zêdetir.

Serokomariya Iraqê îro Pêncşemê 20ê Temûza 2023an ragihand, “Serokkomar Abdulletîf Reşîd bi tundî tevgerên bêberpirsiyarî yên hewldanên dubare yên binpêkirina Pirtûka Pîroz a Xwedê û alaya Iraqê şermezar kir û ew bi matmayî li rênegirtina rayedarên Swêdî dinêre. Li ser dewletekê pêwîst e ku rêzê li bawerî û tiştên pîroz bigire, ev yek dê pirsgirêkê zêdetir aloz bike û hest û hêrsê berfireh bike.”

Li gor daxuyaniya Serokomariyê Dr. Reşîd “Bi rêyên dîplomatîk daxwazê ji Swêdê dike ku rêzê li hestên Misilmanan bigire û pêşî li vê tevgera şaş bigire.”

Serokomariya Iraqê her wiha piştgiriyê dide mafê raderbirîna aştiyane ya ji bo protestokirina van kiryaran.