MÛSIL – DAIŞê mizgeft kirine çeperên şer

Mûsilê (Rûdaw) –  Li sêgoşeya taxên Zehra, Tehrîr û Qadisiye û herwiha li taxa Mûharîbê ya bajarê Mûsilê, di navbera Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnên giran hene. Artêşa Iraqê ber bi navenda Mûsilê ve pêş dikevin.

 

Artêşa Iraqê taxên Gogcelî, Semah, Şeyma, Întîsar, Zehra û Tehrîr a rojhilatê bajarê Mûsilê bi temamî rizgar kirine û niha xwe nêzîkî 2 piran kirine ku rojhilat û rojavayê bajêr bi hev ve girê didin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê Sîdad Leşkerî li nav Mûsilê ragihand: “Artêşa Iraqê ber bi navend abajêr ve pêşve diçin. Herwiha firokeyên şer jî bê navber pêgehên DAIŞê bombebaran dikin. Niha çekdarên DAIŞê xwe di nava gel de û herwiha dêr mizgeftan de vedişêrin û êrîşê Artêşa Iraqê dikin.”

 

Sedad Leşkerî daxuyand ku 2 xwekujên DAIŞê xwe di nav Artêşa Iraqê de teqandine.



 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman jî ragihand: “Çekdarekî DAIŞê li taxa Miharebîn, bi otomobîlekî bombebarkirî êrîşê Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê kir. Di encamê de hejmarek leşkerên ıraqî jiyana xwe jidest dan. Di dema vê êrîşê de agir bi otomobîlekî sivîlan girtiye û endamên malbatê di cihê bûyerê de mirine.”

 

Peyamnêrê me da zanîn ku niha şerê kolan bi kolan bi dijwarî berdewam dikin.

 

Ji aliyê din ve, li rojavayê Mûsilê, di navbera hêzên Heşda Şeibî û çekdarên DAIŞê de, li nav Firokexaneya Tileferê şer û pevçûn hene.

 

Hate ragihandin ku Heşda Şeibî li herêmê tûneleke mezin ê çekdarên DAIŞê kontrol kirine.