Erebên sune çekan bi rêya Hewlêrê dixwazin
Dihok (Rûdaw) – Erebên sune yên Iraqê alîkariya Amerîka ya çekan, dixwazin ji şûna Bexdayê, bi rêya Hewlêrê pêk be.
Piştî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amerîkayê kirin, desteya suneyên Îraqê jî serdana Washingtonê kir.
Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî û Wezîrê darayî yê berê Rafî Îsavî beriya çend rojan ji bo hin hevdîtinan serdana Amerîkayê kirin.
Suneyan serxwebûn xwest
Qeymakameyek ê berê yê Mûsilê Hisên Elî ji Rûdawê re wiha got: “2 armanca şanda çûyî Amerikayê hebû. Yek bi çekkirina erebên sune û çawaniya wê bû. Ya din jî daxwaza serxwebûna 3 parêzgehên suneyan (Mûsil, Enbar û Selahadîn) bû.”
Hisên Elî anî ziman ji ber sedema ku her roja paştir e rewşa suneyan li Iraqê xirabtir dibe, ew serdan pêwîst bû.
Elî wiha got: “Şanda me beriya Iraq parçe bibe ji bo çareseriyekê serdana Washingtonê kir.”
Li gel Obama hevdîtinek veşartî
Her çiqasî ti fermiya şande nebe jî ji aliyê Kongreya Amerîka û rayedarên wezareta derveyê ve hat pêşwazîkirin û ev serdan girîng hat dîtin. Herwiha hat gotin dibe ku hevdîtinek veşartî ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama re hevdîtinek veşartî pêk anî be.
Hisîn Elî derbarê helwesta Amerîkayê de wiha got:
“Li gorî agahiyên me ji şanda wergirtîn, Amerîka qane bûye çekan bide hêzên me. Em niha xwe ji bo operasyona Mûsilê bi 20 hezar şervanan amade dikin. Şandê ji Amerikayê xwestiye çekên ku bên şandin bi rêya Hewlêrê pêk be. Ji ber ku baweriya me li Bexdayê nayê. Ez bawer nakim ji sedî 1 çek bigihê me bi rêya Bexdayê.”
Îxaneta li kurdên êzidî mikur hat
Hisên Elî ku cara ewil e ji medyaya kurdî diaxive wiha got: “Rûye min nedigirt ez biaxivim piştî ku li Şingalê ereban îxanet li birayên me yên kurdên êzidî kirî.”
Hisên Elî amaje kir ku erebên li herêmê belav bûne û ji ber vê sedemê jî pêwîstiya wan bi kurdan heye.