Erebên Sunî daxwaza herêmeke serbixwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Iraq 82 sal ji aliyê Erebên Sunî ve hate birêvebirin û di sala 2003an de ku rejîma Beisê hilweşiya, dawî bi desthilatdariya Erebên Sunî hat. Piştî wê Erebên Şîe li Iraqê hatin desthilatdariyê û nexşeya siyasî ya Iraqê guherî.

 

Bû 15 sal hikûmeta Iraqê di destê partiyên Şîe de ye. Erebên Sunî dibêjin ku "ji bilî êş, awarebûn, kuştin û windabûnan, me ti xêrek ji desthilata wan partiyan nedîtiye".

 

Li ser bingeha van nerazîbûnan, ramana pêkanîna "herêmeke Sunî" li deverên rojava û bakurê rojvayê Iraqê, di nav hinek aliyên siyasî yên Erebên Sunî de serî hildaye.

 

Erebên Sunî di destpêkê de hêvî dikirin ku herêma wan ji 6 parêzgehan pêk were ku ew jî: Enbar, Neynewa, Selahedîn, Diyale, Kerkûk û Bexda bû.

 

Bi berfirehbûna desthilatdariya hikûmeta Iraqê, bi taybetî li Bexda û zêdebûna hejmara Şîeyan li wî bajarî, hêviya Erebên Sunî ya li ser danîna Bexdayê li çarçoveya herêma Sunî, ji nav bir. Herwiha rikeberiya navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Kerkûkê û rijdbûna serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê li ser Kurdistaniya Kerkûkê, ew parêzgeh jî ji herêma Suniyan dûr xist.

 

Niha çavên aliyên siyasî yên Erebên Sunî li ser sê parêzgehan in, daku herêmeke Sunî damezrînin, ew jî: Enbar, Selahedîn û Neynewa.

 

Li nav partî û tevgerên siyasî yên Suniyên Iraqê ku dê beşdarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê bibin, Hevpeymaniya Qerara Iraqê piştgirî didin damezrandina "herêma Erebên Sunî".

 

Di Hevpeymaniya Qerara Iraqê de herdu kesayetên diyar ên Erebên Sunî hene; Usame Nuceyfî ku Cîgirê Serokomarê Iraqê ye û Xemîs Xencer ku Serokê Partiya Projeya Erebî ya li Iraqê ye.