Navenda Nûçeyan - Rêxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan ragihand ku mîlîsên şîe xelkê suneyên ku li navçeyên di destê DAIŞê de bûn kirin armanc û 79 kes kuştin.
Human Rights Watch di raportekê de diyar kir, çekdarên şîe yên ku piştgiriya Artêşa Iraqê dikin di şerê li dijî DAIŞê de, bi dehan malên hemwelatiyên sune li Iraqê, bi taybet li bajarokê Amirlî û navçeyên derdora wê, wêran kirine.
Li gor zaniyariyên wê rêkxistinê, li navçeyên sune li Iraqê ji sedî 75 ji malên xelkê hatine wêrankirin, herwiha dibistan jî rastî êrişên mîlîsên şîe hatine.
Human Rights Watch eşkere dike ku çekdarên şîe 11 kes li bajarokê Amirlî revandine û heta niha çarenivsîa wan nediyare.
Rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka di rêxitina Human Rights Watch Joe Stork diyar kir ku Iraq nikare bi rêya êrişên li ser sivîlan re di şerê li dijî DAIŞê de biserkeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse